Evîn Şikakî
Reporter
Firokeyên Rûsyayê “65” kesî li Çiyayê Kurdan dikujin
di encama wê bombebarankirinê
K24-Navenda Nûçeyan
Firokeyên Rûsyayê êrîşbirine ser navçeyên Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê, di encam de 120 kes kuştî û birîndar ketin.
Rewngeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro, 20ê Cotmehê, ragehand ku firokeyên Rûsyayê gundê Boz el-Xeba li Çiyayê Kurdan li derdora Parêzgeha Laziqiyê bombebarankirin, di encama wê bombebarankirinê de 65 kes hatin kuştin10 ji wan ji yek malbatê bûn.
Herwiha ji bilî kuştiyan 55 kesên din jî birîndarbûn.
Çiyayê Kurdan dikeve bakurê rojhelatê Parêzgeha Laziqiyê ya praniya welatiyên wê Elewî mezheb in.
Rewangehê da zanîn ku serkirdeyekî artêşa Azad a Sûriyê bi navê Basil Zimo di êrîşê de hatiye kuştin.
Rûsyayê roja 30ê Îlonê dest bi êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, lê welatên herêmî û rojava û Amerîka jî dibêjin ku ew êrîşê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ne li dijî opozîsyonê.
Welatên rojava û Amerîka û welatên herêmî jî dibînin ku, ew êrîşên Rûsyê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ye, piştî ku şervanên opozîsyona Sûriyê karîbûn destkeftên girîng li ser erdê bidest bixin.
Berî niha Serokerkanê Artêşa Rûsyayê, Andrei Kartapolov di 17ê Cotmehê, ragehandibû ku piştî du heftiyan ji destwerdana wan di Sûriyê “456 pêgehên DAIŞê jinav birine.”