Kurdistan24
Nivîskar
Li Farqînê qedexe berdewam e
Li sê taxên Ferqîna Diyarbekirê qedexeya çûn û hatinê berdewam e û vê sibê careke din dengê fîşek û teqînan li navçeyê bilind dibû.
K24 – Amed
Li sê taxên Ferqîna Diyarbekirê qedexeya çûn û hatinê berdewam e û vê sibê careke din dengê fîşek û teqînan li navçeyê bilind dibû.
Li Bakurê Kurdistanê îro 20 Cotmehê rewş aloz e, du roj berê bi fermana Qeymeqamiyê Dli taxên Tekel, Mescît û Konakê yên Farqînê derketina ji derve hat qedexekirin û şer û alozî di navbera endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz yên Şoreşger û polîsên Tirk de derket.
Li wan taxan ku xendek hatine kolandin, polîs bi operasyonên cuda dixwazin wan tejî bikin û endamên wê tevgerê jî rûbirûyê wan dibin. Ligel ku rojnamevan nikarin bikevin qezayê, îro ji dûr ve dengê fîşek û teqinan dihat û heta niha nayê zanîn ka rewşa dawî çi ye û heger kuştî yan birîndar hene yan na..
Li gor Qeymeqamiyê, armanca van operasyonan tejîkirina xendek û jinavbirina bombeyan e ku endamên wê tevgerê danîne.