Evîn Şikakî
Reporter
Qonaxa yekem a hilbijartinên giştî li Misrê bi dawî hat
lîsteya " Hezkirina Misrê" di pileya pêşî de ye.
K24- Navenda Nûçeyan
Li gor amarên destpêkê yên qonaxa yekem a hilbijartinên giştî li Misrê lîsteya " Hezkirina Misrê" di pileya pêşî de ye.
Hibijartinên giştî yên Parlamentoya Misrê li 14 parêzgehên wî welatî di 18ê Cotmehê destpêkirbûn û duh, seat 9ê êvarî roja bi dawî hatin.
Li gor encamêm destpêkê, lîsteya “Hezkirina Misrê” di hevrikiyê de pêşeng e.
Berdevkê Komisyona Bilind a Hilbijartinan, Umer Merwan, di daxuyaniyekê de ragehand ku derencamêm hilbijartinan û rêjeya wê li derve û nav misrê piştî cudakirina kiryarên dengan were ragehandin.
Li gor medyayê beşdariya jinan di hilbijartinên Misrê de ji mêran çar caran zêdetirbû.
Berî niha Serokwezîrê Misrê Şerîf Ismaîl ragehandibû ku rêjeya roja yekemîn a beşdarbûnê ji sedî (15-16) e ye.
Lê dadwerên ku serperiştiya hilbijartinan dikin dibêjin ku rêjeya beşdaerbûnê ji sedî 20e.
Ji aliyê xwe ve Tilvizyonên ferî yê hikûmeta Miserê ragehandin ku rêje giheştiya ji sedî 40.
Serokê Misrê Ebdillfetah Sîsî hilbijartinên welatê xwe bi pêngava yekemîne li ser rêya demokratiyê bi nav kirbû di mezintirîn welatê Erban de bi nivosên xwe.
Di 18ê Cotmehê, qonaxa yekem a hilbijartinên giştî yên Misrê li nava welat destpê kir.
Di wan hilbijartinan de biryarbû 27 milyon dengder li 19 hezar binkeyan dengê xwe bidin.
Di hilbijartinan de 420 berbijêrî bi nav û 120 berbirjêrên “lîsteyên girtî” hebûn.