Bi hatina sermayê Koçer vedgerin malên xwe

Di demsala biharê de ku ji Sêrt û qezaya Midyadê ya Mêrdînê hatibûn çêrgeh û zozanên

Bi hatina sermayê Koçer vedgerin malên xwe
Bi hatina sermayê Koçer vedgerin malên xwe

K24-Navenda-Nûçeyan

 

Di demsala biharê de ku ji Sêrt û qezaya Midyadê ya Mêrdînê hatibûn çêrgeh û zozanên Muşê, ligel hatina sermayê dîsan vedigerin.

Koçerên ku pênc-şeş meh dibe li çêrgehên quntara Çiyayê Kozmayê diman, ligel keriyên xwe dîsan ketin ser rêyan.

Mehmet Îlbaş jî dibêje ku nêzîka mehekê dê di van rêyan de bin û rojên dijwar li benda wan e:

"Em ji Çiyayê Koma yê Mûşê tên. Em koçer in. Pênc meh in ku em li wir bûn. Niha jî dema wê hat ku em vegerin cihê xwe. Êdî em diçin ware xwe.

Îlbaş diyarkir û got: Bi vî awayî êdî rêya me ket ku derê. Bi vê rêwingiyê di mehekê de emê bigin cihê xwe."

Herçiqas bi mehan ligel serma û germayê di rêyan de dimînin, lê Sacîde Kansu dibêje ku ligel keriyên xwe yên pez çêrgeh bi çêrgeh digerin ê ji vê rewşa xwe jî gelekî kêfxweş in û dibje:Niha pênc meh dibe em li Mûş û Qulpê diman. Em koçer in. Em û ajelên xwe bi hev re dimeşin.

Kansu da zanîn û got.Otomobîl nînin, em bi meşê diçin, em nanê şivanan amade dikinû em ji vir ber bi Sêrtê diçin, em ê hinekî li wir bimînin û paşê biçin Midyadê."

Jiyana koçeran ligel ku li gor jiyana kesên din dijwar e, lê jiyaneke xwezayî ye. Hewaya paqij, xwarin û vexwarina sirûştî rengekî din dide jiyana rojane ya koçeran.

Di heman demê de rûbirûyê gelek pirsgirêkan jî dibin dema di nav gund û navçeyên ser rê re derbas dibin.