Mosko 23 helîkopteran radestî Iraqê dike

Wezareta Bergirî ya Iraqê ragehand ku, ew çaverêyî wergirtina 23 helîkoperan in heta beriya serê salê.

Mosko 23 helîkopteran radestî Iraqê dike
Mosko 23 helîkopteran radestî Iraqê dike

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Iraqê ragehand ku, ew çaverêyî wergirtina 23 helîkoperan in heta beriya serê salê.

Berdevkê wezaretê, Nesîr Nûrî Miheme, di daxuyaniyakê de ji ajansa Sputnik a Rûsî re îro, 20ê Cotmehê, ragehand ku, dê ew 23 firoke ji Rûsyayê di her du mehên pêş de bigehin Iraqê.

Hatina wan helîkopteran di çarçoveya girêbesteke kirîna çekan di navbera Bexda û Moskoyê de tê.

Ew 23 helîkopter ji curê MI-35 û MI-28 in, di heta beriya sersalê bigehin dest artêşa Iraqê.

Niha navendeke hevahengiyê di navbera Iraq, Îran, Sûriyê û Rûsiyê heye ku baregeha wê li Bexdayê ye, ji bo “şerê li dijî terorê.”