Kurdistan24
Nivîskar
Iraq serokatiya navenda hevahingiyê ya ligel Rûsyayê dike
Parlementerekî Iraqê radigehîne ku Iraq bo serokatiya serokatiya “Navenda Hevahingiya Çar alî” hatiye destnîşankirin, dê her sê mehan jî bi serokatiya welatekî be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerekî Iraqê radigehîne ku Iraq bo serokatiya serokatiya “Navenda Hevahingiya Çar alî” hatiye destnîşankirin, dê her sê mehan jî bi serokatiya welatekî be.
Endamê komîta asayiş û bergîriyê ya Parlementoya Iraqê Hoşyar Ebdulla îro 20 Cotmehê eşkere kir ku, niha hevahingiya “Çar alî” bi serokatiya şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Falih Feyad e, dê her 3 mehan jî bo welatekî din were guhartin.
Berî niha Berdevkê Ofîsa Serokwezêr Iraqê Seid Hûdeysî ragehandibû ku navendeke hevahingiyê di navbera her yek ji Rûsya, Îran, Sûriyê û welatî wî de li Bexda hatiye avakirin.
Hevahingî, bi navê hevahingiya 4+1 tê naskirin, ku Hizbulaha Libnanî tevlî wê dibe.
Ebdulah got jî, erka wê hevpeymaniyê jî veguhartin û vekolîna agahiyên di warê şerê li dijî DAIŞê ye û radestkirina bilez ya wan agahiyan bo Serokatiya Erkanê yê her welatekî.