Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê digehe Hewlêrê

Dê ligel Barzanî bicive.

Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê digehe Hewlêrê
Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê digehe Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê gehişte Hewlêrê, dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê jî bicive.

Biryar bû firokeya genetral Joseph Dunford îro, 20 Cotmehê, li Bexdayê dakeve, lê berê xwe guherî û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê dake.

Denford sedema serdana xwe ragehandibû ku, dixwaze dawîtirîn rewşa şer li dijî DAIŞê nas bike. Nexasim piştî ku berpirsên Amerîkî di rojên dawî de li ser pêşveçûnên Artêşa Iraqê li Bêcî û Remadî.

Biryar e, Dunfrod di serdana xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicive.

Dê piştre jî ligel berpirsên Iraqî û fermandarên Amerîkî jî bicive.

Ev yekemîn serdana Dunford e bo Herêma Kurdistanê, piştî ku bibû serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê.