Amerîka û Rûsya derbarê Sûriyê de rê dikevin

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagonê) ragehand ku wan û Rûsyayê “Yadaştnameyeke lihevtêgehiştinê” derbarê firîna firokeyan li esmana Sûriyê de, îmeze kirine.

Amerîka û Rûsya derbarê Sûriyê de rê dikevin
Amerîka û Rûsya derbarê Sûriyê de rê dikevin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagonê) ragehand ku wan û  Rûsyayê “Yadaştnameyeke lihevtêgehiştinê” derbarê firîna firokeyan li esmana Sûriyê de, îmeze kirine.

Pentagonê duh, 20 Cotmehê, ragehand ku berpirsên leşkerî yên her du welatan derbarê tedbîrên ku divê firokvanên wan li esmana Sûriyê cîbicîbikin, li hev kirine. Daku ti rûbirûnek nexwestî di navbera her du aliyan de dernekeve.

Ji 30 Îlonê ve Rûsyayê dest bi êrîşên xwe li dijî pêgehên DAIŞê bi awayekî cuda pêk tîne, lewra pirsgirêka “Rûbirûbûnek nexwestî” di navbera Rûsya û Amerîkayê de derket holê, duh jî di vê derbarê her duyan li hev kirin.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook got ku naveroka yadaştnameyê li ser daxwaza Rûsyayê nayê belavkirin. Lê eşkere kir ku hin protokoline diyarkirî hene divê firokvan li esman bicih bînin, tevî damezrandina sîstemeke pêwendiyan li ser erdê, heger pêwendiyên esmanî têk çûn.

Cook got jî ku yadaştname ji aliyê Amerîkî ve General Lloyd Austin îmze kiriye û ew ne hevpeymanek hevkariyê ye di navbera her du welatan de ye, tenê ji bo saxlemiya firokvanan hatiye kirin.

Amerîka berdewam Rûsyayê bi armanckirina pêgehên opozîsyona Sûriyê ji bo alîkarîkirina rejîma wî welatî tohmetbar dike.