Siyamend Brim
Reporter
Li Sûriyê “370” kes di êrîşên Rûsî de hatine kuştin
Di êrîşên esmanî yên Rûsyê de 370 ji şervanên opozîsyona Sûriyê jiyanên xwe jidest dane, li gor amarên rêxistineke mafê mirovan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di êrîşên esmanî yên Rûsyê de 370 ji şervanên opozîsyona Sûriyê jiyanên xwe jidest dane, li gor amarên rêxistineke mafê mirovan.
Rêveberê Rewangehê Sûrî ya Mafê Mirovan, Ramî Ebdulrehman duh, 20 Cotmehê, ragehand ku di êrîşên esmanî yên Rûsî de ji 30 Îlonê ve û heta duh, 370 şervanên opozîsyonê jiyanên xwe jidest dane, duh tenê jî 45 şervan li parêzgeha Laziqiyê hatine kuştin.
Li gor bîlançoya ku Ebdulrehman ragehandiye, di nav koma qurbaniyan de 127 kes sivîl in jê 36 zarok in. 243 şervan in û tenê 52 çekdarên DAIŞê ne.
Lê Rûsya tekez dike ku êrîşên wê li dijî pêgehgên DAIŞê ne, lê welatên rojava û Amerîka Moskoyê bi armanckirina şervanên opozîsyona lîberal û piştgîriya rêjîma Esed tuhmetbar dikin.
Werzîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond jî duh gotibû ku, ji bilî çekdarên DAIŞ û Eniya el-Nusrayê, li Sûriyê 80 hezar şervanên opozîsyonê hene.
Ji 30 Îlona borî ve, firokeyên şer yên Rûsî li Sûriyê êrîşên esmanî li Sûriyê dikin,Artêşa Rûsyayê jî radgehîne ku firokeyên wan heya roja 18 Cotmehê, 744 êrîşên esmanî li Sûriyê kirine û 507 pêgehên DAIŞê jinav birine.