Evîn Şikakî
Reporter
Kanada firokeyên xwe ji hevpeymaniya navdewletî vedikşîne
tenê dê rahênerên leşkerê yên welatê xwe li bakurê Iraqê de bi cîbihêle,
K24-Navenda- Nûçeyan
Kanadayê ragehand ku ew dê firokeyên xwe ji hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAIŞê li Iarq û Sûriyê vekşîne.
Serokwezîrê nû yê Kanadayê, Justin Trudeau, ew biryar roja Duşema borî û berî çend demjimêran ji serkeftina xwe di hilbijaritên parlementoyê de ji Serokê Amerîkayê, Barack Obama, re gotûbû.
Trudeau diyarkirbû ku ew tenê dê rahênerên leşkerê yên welatê xwe li bakurê Iraqê de bi cîbihêle, herwiha dê hemû erkên xwe yên din “ji bilî êrîşên esmanî” di nava hevpeymaniyê de bicih bike.
Serowezîrê nû yê Kanadayê, Justin Trudeau, kurê mezin yê Serokwezîrê berê yê wî welatî di salên (1980-1984) e Pierre Trudeau.
Justin di sala 2008e bûye endamê parlemtoya welatê xwe û di sala 2013 serokatiya partiya xwe a lîberal kirye.
Justin Trudeau berî bibe Serokwezîrê Kanada sozdabû ku few dê irokeyên welatê xwe ji hevpeymaniya navdewletî a li dijî DAIŞê li Iraq û sûriyê bikşîne.
Derbarê pêşwaziya welatê wê ji penaberan re serokwezîrê nû yê Keneda amadebûna xwe ji pêşwaziya 25 hezar penaberan kir.