Kurdistan24
Nivîskar
Di operesyonekê de 70 dîl li Hiwêceyê hatin rizgarkirin
Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, ku di operasyona rizgarkirina dîlên li cem DAIŞê de, leşkerekî wan hatiye kuştin. li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatiye encamdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, ku di operasyona rizgarkirina dîlên li cem DAIŞê de, leşkerekî wan hatiye kuştin. li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatiye encamdan.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook derbarê operasyona rizgarkirina 70 dîlên li cem DAIŞê ya li Hiwêceyê encam daye, duh 22 Cotmehê, daxuyaniyek da û got ku ev operesyên ne guhartinek e di stratîciya Amerîkayê de derbarê şerê li dijî DAIŞê ye.
Pênc firokeyên Amerîkî ji cureya Helîkopter ku ji Hewlêrê de firiyabûn, piştevanî li operasyonek pêşmergeyan kirin, bo rizgarkirina dîlên di girtîgeheke DAIŞê de li nêzîkî Hewîceyê li Iraqê.
Cook got jî, ku leşkerekî Amerîkayê di dema operasyonê de birîndar bû û piştre jî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Herwiha Cook eşkere kir jî ku di operasyonê de 70 dîl hatin rizgarkirin ku ji wan 20 kes endamên hêzên ewlehî yên Iraqê ne, herweha got jî ku bêhtirî ji 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 6 çekdarên din dîl hatin girtin û niha Herêma Kurdistanê ne.
Cook amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka di wê operasyonê de agahiyên giring ên îstixbaratî li ser rêxistina DAIŞê bidest xistin.
Cook amaje bi wê yekê kir, ku Amerîka û Hevpeymanî dê berdewam bin li ser karkirina ligel hevalbendên xwe yên Iraqî bo têkbirin û jinavbirina DAIŞê.