Kurdistan24
Nivîskar
Pentagon: Dibe ku beşdarî azadkirina dîlkiriyên din bibin
Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) dûr nabîne ku carek din ew beşdarî operasyoneke azadkirina dîlkiriyê di dest DAIŞê de bibin.
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) dûr nabîne ku carek din ew beşdarî operasyoneke azadkirina dîlkiriyê di dest DAIŞê de bibin.
Pêr, 22ê Cotmehê, Amerîkayê û Hêzên Pêşmerge operasyonek li nêzîk bajarok Hewîce (ser bi Kerkûkê ve) kiribûn û 70 kesên dîlkirî ji zîndaneke rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) rizgar kiribûn.
Wezîrê Bergirî yê Amerîlkayê, Ashton Karter jî ew operasyon “gelek serkeftî û bi mefa bû” lewma “ne dûre” ku ew carek din êrîşek wiha birêve bibin.
Tevaya wan kesên dîlkirî yên ku hatine rizgarkirin “Ereb in” hin ji wan jî endamên DAIŞê bûn.
Karter diyar dike ku, di wê êrîşê de gelek zanyarî ketine dest wan de. Diyar kir jî ku, ew dê nêzîk alîkariyên zêdetir derbarê operasyonên bi wî awayî de bidin.
Got jî: “Dê di mehên bê de hewldanên yekalîker bên dayîn, ligel berdewamiya pêşkeşkirina alîkariya ji bo hevparên me yên di hêlên pêşî yên şer de.”
Li gor Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, di wê êrîşê de 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin 6ên din hatine dîlkirin.
Herwiha leşkerekî Amerîkî bi navê Joshua Eller canê xwe ji dest dabû,
Joshua Eller yekem leşkerî Amerîkî ku di rûbirûbûneke rasterast ligel DAIŞê de can ji dest daye, dê termê wî jî îro Şemiyê bo welatê wî bê veguhestin.