Evîn Şikakî
Reporter
Kerry: Gerek din a danûstandinan derbarê Sûriyê de dest pê dike
piştî gera yekemîn bi ser neket
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî ku gera yekemîn a danûstandinan derbarê Sûriyê de bi ser neket, Amrîka radigehîne ku gereke din a daûstandinan di “heftiya werê” de dest pê dike.
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh, 23ê Cotmehê, ragehand ku pêwîste gereke din a daûstandinan were lidar xistin û diyar kir ku ew bawere danûstandinên destpêkê bi “berhembûn."
Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di daxuyaniyekê de duh, 23ê Cotmehê derbarê wan danûstandinan de da zanîn ku pêwîste her yek ji Îran û Misr jî beşdarî danûstandinê çaresekirina kirîza Sûriyê bibin.
Duh, 23ê Cotmehê li Nemsayê civîneke çar alî derbarê kirîza Sûriyê û qonaxa veguhêz a wî welatî de navbera her yek ji Amerka, Erbistana Siûdiyê, Tirkiyê û Rûsyayê hat encamdan.