Fransa projeyekê derbarê Sûriyê de pêşkeşî NY dike

Fransayê projeyekê bo qedexekirina bikaranîna bermîlên teqîner li Sûriyê, pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî dike, civînekê jî derbarê krîza wî welatî lidar dixe.

Fransa projeyekê derbarê Sûriyê de pêşkeşî NY dike
Fransa projeyekê derbarê Sûriyê de pêşkeşî NY dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransayê projeyekê bo qedexekirina bikaranîna bermîlên teqîner li Sûriyê, pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî dike, civînekê jî derbarê krîza wî welatî lidar dixe.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurant Fabiûs duh, 23 Cotmehê, di hevdîtinekê de ligel şanderê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehand ku welatê wî projeyeke derbarê qedexekirina bikaranîna rêjîma Sûriyê ji bermîlên teqîner re pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

Fabiûs diyar kir jî ku ewê di heftiya bê de bi hevşanên xwe yên Almanî, Brîtanî, Amerîkî û Erebistana Siudiyê re li Parîsê bicive. Lê Fabûs amaje kir ku, ew civîn dê bê wezîrê derve yê Rûsî be.

Hevdîtina Fabiûs li gel De Mistura di heman demê de hat ku, civînek çar alî li Viennayê di navbera werzîrên derve yên Amerîka, Siudiyê, Tirkiyê û Rûsyayê de dibû, bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.

Balyozê Fransayê di NY de François Delattre roja 22 Cotmehê ragehand ku welatê wî ligel Birîtanya û Spanyayê ve, projeyeke qedexekirinê derbarê bikaranîna rêjîma Sûriyê ji bermîlên teqîner re berî dawiya vê mehê amade dikin.

Berê jî NY biryarên qedexekirina êrîşan li dijî sivîlan derxistine, lê heger ev proje pesend bibe dê yekemîn biryar be derbarê bikaranîna vî çekî “bermîlên teqîner” de be.