Kurdistan24
Nivîskar
Dadgeha Stenbolê derbarê bûyrên Geziyê de biryar dide
ku ji “255” tohmetbarên bûyerên Geziyê “244” kes bi cezayê girtinê werin ceza kirin.
K24- Navenda Nûçeyan
Dadgeha Stenbolê biryar da ku ji “255” tohmetbarên bûyerên Geziyê “244” kes bi cezayê girtinê werin ceza kirin.
Dadgeha Stenbolê duh, 23ê Cotmehê, li ser bûyerên Parka Geziyê biryara xwe da.
Xwepêşandan û nerazîbûnên li Gazî Park a Taksîmê di navbera 1'ê Hezîranê û 4'ê Tebaxa 2013'an de pêk hatibûn û ji bilî Tirkiyê li cîhanê jî deng vedabûn.
Biryara dadgehê li ser doznameya dozgeriya giştî hate dayîn. Dozgeriya Stenbolê di doznameya ku amade kiribû de xwestibû, kesên beşdarî bûyer û xwepêşandanên Parka Geziyê bûne werin ceza kirin.
Di rûniştina roja Înê ya dadgeha Stenbolê ya “Asliyeya 55'an” de biryar hate dayîn ku ji 255 kesên ku wekî tohmetbarên wan bûyeran dihatin darizandin 244 kes bi sizayê girtinê werin cezakirin.
Dadgehê herwiha tohmetbarî li ser 7 kesan rakir û ji 244 kesan din re jî cezayê girtinê yê ji 2 mehan heta 2 sal û du mehan birî.