Li Sêrtê 61 xwendekar bi “jehriyê” dikevin

Li Sêrtê 61 xwendekar bi xwarina taştê bi jehrê ketin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çataka Wanê hatin veguhestin.

Li Sêrtê 61 xwendekar bi “jehriyê” dikevin
Li Sêrtê 61 xwendekar bi “jehriyê” dikevin

K24- Navenda Nûçeyan

Li Sêrtê 61 xwendekar bi xwarina taştê bi jehrê ketin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çataka Wanê hatin veguhestin.

Xwendekarên Dibistana Navendî ya gundê Belenoluk ê ser bi qezaya Perwarî ya Sêrtê, piştî xwarinê zikê wan lihev ket û ji bo vê yekê, serî li mamostayên xwe dan. Mamosteyan jî dema zanîn rewş nebaş e ew bo nexweşxaneyê veguhestin.

Li nexweşxaneyê pişkinîn ji xwîna xwendekaran hat kirin û sirûm ji wan re hatin danîn.

Hat ragehandin ku serê sibehê li dikana nêzîkê dibistanê “tost” xwarine û pê jehrî ketine.

Derbarê bûyerê de Rêveberiya Perwerdeya Millî ya Sêrtê lêpirsîn da destpêkirin û rewşa xwendekaran jî niha baştir e.

Li Bakurê Kurdistanê ev ne cara yekem e ku xwendekar ji ber xawrinê nexweş dikevin vêca çi li nav dibistanan an jî derve be.