Kurdistan24
Nivîskar
Kelha Hewlêrê beşdarî 70emîn salvegera NY dibe
Kelha Hewlêrê ya şûnwarî beşdarî 70emîn salvegera damezrandina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe û bi ronahiya şîn tê xemilandin.
K24- Navenda Nûçeyan
Kelha Hewlêrê ya şûnwarî beşdarî 70emîn salvegera damezrandina Neteweyên Yekbûyî (NY) dibe û bi ronahiya şîn tê xemilandin.
NY di 70yemîn salvegera xwe de îro, 24ê Cotmehê, 150 cihên şûnwarî li 45 welatan diyar kiriye, ji bo ku ronahiya şîn li wan bê vêxistin.
Rengê şîn, rengê fermî yê NY û hemû al û logoyên wê ye.
Di nav wan cihên dîrokî de Kelha Hewlêrê jî hatiye destnîşankirin, da ku ronahiya şîn lê were vêxistin.
Herwiha dê li Bexdayê jî ronahiya şîn li qada Kehremana were vêxistin. Tevî birêveçûna wê merasîmê li Swissra, Brîtanya, Australia, Rûsya, Urdin, Nisir, Brazîl û Amerîkayê jî.
Sekreterê Giştî yê NY, Ban Ki-moon, di wê derbarê de got: “Ez spasdarê wan welatên endam im, ku coşa xwe bo aheng girtinê bi helkefta derbasbûna 70 salî bi ser damezrandina NY de, anîne ziman.”
Dê vêxistina glopên şîn ji Australiyayê dest pê bike, piştre dê li hemû welatên din jî rengê şîn cihên diyarkirî bixemilîne.