Dîroka hilbijartinên Perlemantoya Tirkiyê

Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê hilbijartinên ewil berî ragihandina Komara Tirkiyê 28’ê Hezîrana 1923’yan hatin kirin.

Dîroka hilbijartinên Perlemantoya Tirkiyê
Dîroka hilbijartinên Perlemantoya Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

-          Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê hilbijartinên ewil berî ragihandina Komara Tirkiyê 28’ê Hezîrana 1923’yan hatin kirin.

-          Wê heyamê partî tune bûn, parlamenter di nav Gruba Mudafeaya Hiqûqê û Gruba îxtilafê de hatibûn par kirin.

 

  • Bi îmzekirina peymana Lozanê re (24 Tîrmeh 1923) hilbijartinên yekem hatin pejirandin.
  • Li 29’ê Cotmeha 1923’yan bi ragihandina Komara Tirkiyê re parlamentoya yekem a Tirkiyê dest bi kar kir.

 

-          Komara Tirkiyê di sala 1923’yan  de hate ragihandin.

-          Ji avabûna komarê heta sala 1943’yan Tirkiye bi yek partiyê hate birêvebirin.

 

  • Partiya damezirîner ya Tirkiyê Partiya Gel a Komarî (CHP) ye. CHP heta niha wek partiya sereke ya opozîsyona Tirkiyê hebûna xwe diparêze.

 

-          Tirkiye di sala 1946’an de derbasî sîstema pirpartîbûnê bû.

-          Hilbijartina yekem di navbera 2 partiyan de pêk hat.

-          Ev dem wek destpêka serdema demokrasiyê tê nirxandin.

 

  • Partiya Komarî (CHP) û Partiya Demokrat cara yekem di hilbijartinên 1946’an de bûn rikeberên hev ên siyasî.
  • Heta 1946’an xeta CHP’ê ku xwe wek parêzvana Komara Laîk a Tirkiyê dide nas kirin û xeta mihafezakar ku xwe demokrat û bawermend dibîne, di qada siyasî de rikeberiya berdewam dikin.

 

RIKEBERIYA SIYASÎ YA DEMOKRAT Û KOMARIYAN LI TIRKIYÊ

  • Rikeberiya siyasî ya Partiya Demokrat û CHP’ê di hilbijartinên salên 1950, 1954 û 1957’an de bi serkeftina Demokratan berdewam kir.
  • Piştî 8 salên deshilatdariya Demokratan, Komarî di hilbijartinên 1961’ê de bi rêjeya ji sedî 36 beramberê sedî 34’an bûn partiya yekemîn li Tirkiyê.
  • Di hilbijartinên salên 1961 û 1969’an de, Partiya Dadê (Suleyman Demirel) ku nêzî kevneşopa demokratan bû wek partiya yekemîn derket.
  • CHP herî dawî di hilbijartinên 1973 û 1977’an de bi seroktiya Bulent Ecevît wek partiya yekemîn kete parlamenê.
  • CHP heta hilbijartinên 7’ê Hezîran a 2015’an, di gelek hilbijartinan de wek partiyeke serekî ya opozîsyona Tirkiyê ketiye parlamenê.  
  • CHP piştî darbeya 12’ê Îlon a 1980’yî yek ji 17 partiyên hatine girtin e.
  • CHP di sala 1992’yan de ji nû ve kete siyasetê û piştî 15 salan di hilbijartinên 1995’an de wek partiya 5’emîn kete parlamentoyê.
  • Partiya Turgut Ozal Anavatan piştî darbeya 12’ê Îlon a 1980’yî hate damezirandin.
  • Partiya Anavatan hem wek kevneşopa siyaseta demokratan hem jî wek rûyê nû yê Tirkiyê yê siyaseta lîberal-demokrat-muhafezakar li cîhanê, di hilbijartinên 1983 û 1987’an de, bû partiya yekemîn.
  • Di hilbijartina 1991’ê de, Partiya Rêya Rast (DYP) ya bi seroktiya Suleyman Demirel bû yekemîn.
  • Di hilbijartina 1995’an de, Partiya Refahê ya Necmedîn Erbakan bi ser ket û hikûmeta koalîsyonê ava kir.
  • Di hilbijartina giştî ya sala 1999’an de, Partiya Çepên Demokrat (DSP) ya Bulent Ecevît bi ser ket.
  • Di encama hilbijartinên 1999’an de, cara ewil 3 partiyên dijber ango xetên cuda bi hev re hikûmeta koalîsyonê ava kirin.
  • Di 1999’an de, Partiya Fazîletê ya li şûna Partiya Refahê hatibû damezirandin, Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) û DSP di heman hikûmetê de cî girtin.
  • Di serdema hikûmeta koalîsyonê ya 1999’an de, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi operasyoneke navnetewî radestî Tirkiyê kirin.
  • MHP ya ku wek partiyeke neteweperest a Tirkiyê tê nirxandin, di dema hikûmeta koalîsyonê de piştgirî da qanûna rakirina cezayê îdamê bo Abdullah Ocalan.
  • Piştî girtina partiyên Refah û Fazîletê di sala 2001’ê de, beşek mezin ji qedroyên nêrîna milî û mihafezekar ku Serokomarê 11’emîn ê Tirkiyê Abdullah Gul û serokomarê niha Recep Tayyîp Erdogan jî pêşengiya wê dikirin veqetiyan.
  • AK Partî bi seroktiya Recep Tayyîp Erdogan di 14’ê Tebaxa 2001’ê de hate damezirandin û di 3 hilbijartinên berî 7’ê Hezîrana 2015’an de bi serê xwe hikûmet ava kirin.
  • Piştî ku serokê damezirîner yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2014’an de, wek serokomarê 12’emîn yê Tirkiyê bi dengên gel hate hilbijartin, bi kongreyê Ahmet Davutoglu bû serokê AKP’ê.
  • Di hilbijartina yekem a bi seroktiya Ahmet Davutoglu ya AK Partiyê de, AK Partî dîsa bû partiya yekemîn, lê têra avakirina hikûmetê kursî bi dest nexistin.
  • Di encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê de, partiyên siyasî li ser hikûmeta koalîsyonê ya bi pêşengiya AK Partiyê li hev nekirin û biryara hilbijartina pêşwext hate standin.
  • Tirkiye bi hikûmeta demkî ya hilbijartinê ku seroktiya wê Ahmet Davutoglu dike, hilbijartina pêşwext a 1’ê Mijdarê pêşwazî dike.
  • Rikeberiya siyasî ya partiyên demokrat û mihafezekaran li beramberî komarî û çepgiran, her çiqas diruvê xwe guhertibe jî di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî ev rikeberî berdewam dike.
  • Partiyên Tirkiyê yên sereke ku di encama hilbijartinan de, niha di parlamentoyê de cî digirin AKP, CHP, MHP û HDP’ê ne.
  • Parlamentoya Tirkiyê ji 550 kursiyan pêk tê.
  • Piştî encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê hejmara kursiyên partiyên di parlamenê de cih digirin:

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP)

258

Partiya Gel a Komarî (CHP)

131

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

80

Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP)

79

Serbixwe

2

Tevahî

550

 

  • Berî referanduma sala 2007’an 5 salan carekê hilbijartinên giştî pêk dihatin. Niha her 4 salan careke hilbijartin têne kirin.
  • Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku wek partiyeke ji kevneşopa partiyên siyasî yên doza kurd tê, di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de benda hilbijartinê ya sedî 10’an derbas kir û bi rêjeya ji sedî 13,16 cara yekem bi 80 kursîyan kete parlamenê.