Kurdistan24
Nivîskar
Hevrikiya hilbijartinê di navbera HDP û AKP de gerimtir dibe
Li Amedê rengên partiyan kêm xûya dikin
K24-Amed
Piştî heftiyeke din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê dîsa dengder dengên xwe bikarbînin. Lê ji ber şer û pevçûnên di 5 mehên dawî de bi taybetî jî li Bakur rewşa hilbijartinê ne weke berê ye.
Li Amedê rengên partiyan kêm xûya dikin. HDP-ê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bi 636 hezar dengan ji 11 parlementerên Amedê 10 parlementer bi dest xistin. Wate ji 10 berbijêran dengên 9'an standin.
Îmam Taşçier, bi rêkeftina HDP-ê û Komeleya Kurdên Demokrat û Şoreşger (DDKD) bûbû parlementer. Ew dîsa berbijêrê Amedê yê HDP-ê ye. Dibêje, vê carê ew dê hemû parlementerên Amedê bi dest bixin.
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de AK Partiyê ji Amedê bi 112 hezar dengan tenê parlementerekî bi dest xist. Lê vê rewşê ew kêfxweş nekirin, vê carê namzedê xwe guhertin.
Siyasetmedarê xwedî ezmûn û parlementerê AK Partiyê yê berê Mehmet Galîp Ensarîoglu di lîsteyê de di rêza yekemîn de ye. Ew HDP-ê rexne dike û dibêje, gel dê vê carê piraniya dengan bidin AK Partiyê, Ensarîoglu, şansa berbijêrên serbixwe nabîne.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya dengên CHP-ê pir kêm e. Di 7-ê Hazîranê de partiya navborî ji Amedê ji sedî 1 wate 7 Hezar û 600 deng bi dest xistin.
Herwiha berbijêrê CHP-ê yê di rêza yekemîn de rojnamevanê xwedî ezmûna 40 salan Nacî Sapan e. Ew, CHP-ê û HDP-ê nêzîkî hevdu dibîne û dibêje ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî pêşniyariyên CHP-ê jî hene.
Li gorî berbijêrê CHP-ê dengderên ku ji ber pevçûnan ji AK Partî û HDPê xeyidîne dê dengên xwe bidin CHP-ê.
Li Amedê, vê carê 2 berbijêrên serbixwe hene. Herdu jî di hilbijartinên 7-ê Hezîranê de ji AK Partiyê berbijêr bûn, lê bi ser neketin.
Yek ji wan Mehmet Selîm Ensarîoglu ye. Ew û berbijêrê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu eqrebayên hevdu ne. Parlementerî û Wezîrtî kiriye. HDP-ê û AK Partiyê rexne dike û şansa xwe baş dinrixîne.
Berbijêrê Amedê yê serbixwe jî Seyyîd Haşîm Haşîmî ye. Eslê xwe ji Cizîrê ye. Ji 40 salan zêdetir e li herêmê siyasetê dike.
Di hilbijartinên 1995an û 1999an de ji Amedê wek parlementer hat hilbijartin. Seyîd e û her tim di partiyên dîndar de siyaset kiriye. Partiya xwe ya berê yanî AK Partiyê di mijara polîtîkayên Kurdî de rexne dike û dibêje, ko neyê hilbijartin jî ew dixwaza sekneke biprensîp nîşan bide.
Li Bakur hevrikiya hilbijartinê di navbera HDP û AK Partiyê de derbas dibe. Di hilbajirtinên 1ê Mijdarê de Huda-Par beşdarî hilbijartinê nabe. Li Bakur, kêmzêde ji sedî 4 dengên Huda-Parê hene. Li gor siyasetvanan ew dê dengên xwe bidin AK Partiyê