Evîn Şikakî
Reporter
Erdogan: Em qebûl nakin bakurê Sûriyê di destê Kurdan de be
dibêje ku, ew dê li dijî vê yekê rawestin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hewldanên parçekirina Sûriyê tohmetbar dike û dibêje ku, ew dê li dijî vê yekê rawestin.
Di daxuyaniyekê de Serokomarê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan duh, 24ê Cotmehê, ragehand ku mebesta Kurdan ewe tenê bakurê Sûriyê (Rjavayê Kurdistanê) bi temamî bikin bin kontrola xwe û diyar kir ku Tirkiyê bi ti awayî vê yekê qebûl nake.
Daxuyaniyên Erdogan di demekê de tên ku di 21ê Cotmehê tevgera Civaka Demokratîk TEV- Dem Rêveberiya xweserî li bajarê Girê Spî ragehandibû.
Bajarê Girê Spî Di 16ê, Hizêrana borî de ji aliyê YPG û Burkana Furta ve ji DAIŞê hete rizgarkirin.
Ji aliyeke din ve Erdogan nerazîbûna xwe ji wan welatên ku piştgiriya YPGê dikin anî ziman lê bêyî ku navê wan welatn eşkere bike û da zanîn ku di nav PYD de 1400 endamên PKKê hene.
Amerîkayê roja 11-12 mehê, bi rêya firokeyên taybet barek çek û teqmenî ji şervanên Kurd û Rereb li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re avêtibûn xwarê.
Tirkiyê jî dilgiraniya xwe ji vê yekê anîbû ziman û serokwezîrê wê Ahmed Davutolu gotibû ku, dibe PYD wan çekan radestî PKK bike da ku “pê şerê Tirkiyê bikin.”