Serkirdeyekî el-Nusrayê li Helebê hat kuştin

derdora Heleb hat kuştin.

Serkirdeyekî el-Nusrayê li Helebê hat kuştin
Serkirdeyekî el-Nusrayê li Helebê hat kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî payebilind yê Eniya el-Nusrayê di şer û pevçûnên li derdora Heleb hat kuştin.

Eniya el-Nnsrayê li ser torên civakî belav kiriye  ku, şeva borî, 24 Cotmehê, serkirdeyê wê yê bi navê Abû Silêman el-Misrî di şer û pevçûnên bi rêjîmê re li başûrê Helebê de hat kuştin.

Hat ragehandin ku navê wî serkirdeyî (Mehmûd Mihemed Mexawrî) ye û bi regez Mizsrî ye, berê li Xezayê bi Tevgera Hemasê re şer li dijî Îsraîlê kiriye. Ji dema hatina Sîsî ji desthilata Misrê re, tevlî şerê li Sûriyê bûye.

Artêşa Sûriyê ji 8 vê mehê, dest bi operesyoneke berferh bi alîkariya firokeyên Rûsî li bakurê Hemayê û başûrê Helebê kiriye.

Hêzên rejîmê dixwazin rêya navdewletî ya ku paytexta Sûriyê Şamê bi parêzgehên beravê ve girê dide, li başûrê Helebê kontrol bike.