Kurdistan24
Nivîskar
Li Amedê firokexaneya herî mezin vedibe
Yek ji 6 firokexaneyên herî mezin li Tirkiyê ye
K24- Amed
Li Amedê balafirxaneya herî mezin li Bakurê Kurdistanê hat cekirin, niha geştên navxweyî birêve dibe û nêzîk jî dê geştên navdewletî çêbibin.
Yekemîn Firokexaneya Navdewletî ya Bakûr Kurdistanê li Amedê vebû. Firokexaneya ku projeya wê di dawiya sala 2013-an de hatibû destpêkirin, di 23ê Cotmeha 2015-an de, dest bi geştan kir.
Sekretêrê Giştî yê Fîrmayên geştiyariyan TURSAPê Dogan Şan ji K24ê re balkişand ku piştî baxçeyên Hewselê û Kela Amedê bûne endamên UNESCOyê rojane 2 hezar kes di înternetê de lêkolîn li ser Amedê kirine. Lê Şer û pevçûn astengin ku Turîzm li Amedê pêş bikevin.
Li gor zanyariyan ku 300 milyon lîra pereyê Tirk bo projeyê hatiye xerç kirin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê DTSOyê Ahmet Sayar jî diyar kir ku, ew niha bi 60 welatî re bazirganî dikin û di serdema nû de tiştê herî girîng wext e.
Sayar balkişand ku bazirganiyeke mezin bi Başûrê Kurdistanê re dikin, lê ji bo ko biçin Hewlêrê rojeka wan di rêyan de derbas dibe.
Ew balafirxane di nav 6-emin balafirxaneyên herî mezin yên Tirkiyeyê de ye jî, di demeke kurt de dê geştên navdewletî jî destpê bikin.