Demîrtaş: Emê 110 parlementran bidest bixin

Di sala 2017an de wê çek bêdeng bibin û emê pirsa Kurdî çareser bikin.

Demîrtaş: Emê 110 parlementran bidest bixin
Demîrtaş: Emê 110 parlementran bidest bixin

K24 – Batman

Hevserokê HDP dibêje ku, ew dê di hilbijartinên pêşwext de 110 parlementeran bidest bixin û di sala 2017an de pirsa Kurdî çareser bikin.

Demîrtaş di civîna bi navê “hevdîtina hevserokên şaredariyê yên ku hîn nehatine girtin” ku duh, 24ê Cotmehê,ji aliyê şaredariya Batmanê ve dihat lidarxistin axifî û da zanîn ku dê di hilbijartinê 1 Mijdarê de HDP 110 parlementeran bidestbixe.

Demîrtaş amaje kir ku, piştre ewê ji bo aştiyê bixebitin. Di sala 2017an de pirsa Kurdî çareser bikin. Herwiha dê heyama bêdengbûyîna çekan destpê bike û aşitiyeke mayînde pêk were.

Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de HDP karîbû benda ji sedî 10an derbas bike, niha jî hevêrikiyeke germ navbera wê û AKP de heye, berdewam jî rayedarên her du partiyan bi tundî şerê hev dikin.