Kurdistan24
Nivîskar
Nivîska û Helbestvanên Bakurê Kurdistanê rewşa Tirkiyê rexne dikin
komkujiya Enqereyê gotûbêjkirin û diyar kirin ku vê komkujiyê bandorek gelek girîng li ser hûnermendan hişt
K24- Navenda Nûçeyan
Li Navenda Çand a Nazım Hikmet de gelek nivîskar û helbestavan duh, 24ê Cotmehê ji bo rexnekirina rewşa Tirkiyê civiyan.
Hûnermendan di civinê de hilbijartina peşwext û komkujiya Enqereyê gotûbêjkirin û diyar kirin ku vê komkujiyê bandorek gelek girîng li ser hûnermendan hişt, herwiha Hemû hûnermendan girîngiya aştiyê anîn ziman.
Nivîskar û helbestvan Abdullah Nesef da zanîn ku 70 salên ku ji bo aştiyê gelek kes mirin û got:Komkujiya Enqereyê ji bo rewşenbîran xalek gelek girîng e. Ji ber vê divê rewşênbîr û hûnermend gelek bixebitin divê dest ji têkoşînê bernedin. Ji bo wê yekê êdî ji cihê rexistinên piçûk, pêwîste rexistenên mezin bên damezrandin."
Nivîskar Cennet Birlik jî diyar kir ku komkujiya ku li Enqere'yê pêk hatî , li dijî aştiyê bû û wiha domand:
"Berî komkujiya Enqereyê li Reyhanliyê, Suruçê û Amedê jî 3 bombeyên dijî hatin teqandin, berspisyarê wan teqînan dewlet e û terora dewletê bû, ji bo ev kiryar dubarê nekin, divê em hûnermend gelek bixebitin."
Encama Mihricana Pirtukan ji aliyê hûnermendan daxuyaniyek ragihandin. di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew bawer dikin rojên reş bi ronahiyê wê bi dawî bibe û çeteyên ku ji jiyana gel armanc dikin, piştî hilbijartinê dê ji holê rabin.