Nivîska û Helbestvanên Bakurê Kurdistanê rewşa Tirkiyê rexne dikin

komkujiya Enqereyê gotûbêjkirin û diyar kirin ku vê komkujiyê bandorek gelek girîng li ser hûnermendan hişt

Nivîska û Helbestvanên Bakurê Kurdistanê rewşa Tirkiyê rexne dikin
Nivîska û Helbestvanên Bakurê Kurdistanê rewşa Tirkiyê rexne dikin

 

K24- Navenda Nûçeyan

Li Navenda Çand a Nazım Hikmet de gelek nivîskar û helbestavan duh, 24ê Cotmehê  ji bo rexnekirina rewşa Tirkiyê civiyan.

Hûnermendan di civinê de hilbijartina peşwext û komkujiya Enqereyê gotûbêjkirin û diyar kirin ku vê komkujiyê bandorek  gelek girîng li ser hûnermendan hişt, herwiha  Hemû  hûnermendan girîngiya aştiyê anîn ziman.

Nivîskar û helbestvan Abdullah Nesef  da zanîn ku 70 salên ku ji bo aştiyê gelek kes mirin û got:Komkujiya Enqereyê ji  bo rewşenbîran xalek gelek girîng e. Ji ber vê divê rewşênbîr û hûnermend gelek bixebitin divê dest ji têkoşînê bernedin. Ji bo wê yekê êdî ji cihê rexistinên piçûk, pêwîste  rexistenên mezin bên damezrandin."

Nivîskar Cennet Birlik jî diyar kir ku komkujiya ku li Enqere'yê pêk hatî , li dijî aştiyê bû û wiha domand:

"Berî komkujiya Enqereyê li Reyhanliyê, Suruçê û Amedê jî  3 bombeyên dijî hatin teqandin, berspisyarê wan teqînan dewlet e û terora dewletê bû, ji bo ev kiryar dubarê nekin, divê em hûnermend gelek bixebitin."

Encama Mihricana Pirtukan  ji aliyê hûnermendan daxuyaniyek ragihandin. di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew bawer dikin rojên reş bi ronahiyê wê bi dawî bibe û çeteyên ku ji jiyana gel armanc dikin, piştî hilbijartinê dê ji holê rabin.