Evîn Şikakî
Reporter
YPG: Artêşa Tirkiyê êrîşî pêgehên me dike
bi çekên ji curê MC3 û A4 êrîşî kirine
K24-Girê Spî
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radgehîne ku Artêşa Tirkiyê êrîşî nevendeke wan li sînorê bajarê Girê Spî kirine.
Di daxuyaniyekê de YPG duh, 25ê Cotmehê, ragehand ku “duh êvarî û berê sibeha îro Artêşa Tirkiyê du caran bi çekên ji curê MC3 û A4 êrîşî pêgeheke” wan li ser sînorên bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirine.
Li gor daxuyaniya YPG ev ne cara yekemîne ku Artêşa Tirkiyê êrîşî navendên wan dike, berî niha û di 27ê Tîrmeha borî de jî Artêşa Tirkiyê li gundê Zor Mexar û Tel Vîndar ên ser bi bajarê Kobanê ve êrîşek encamdabûn.
Êrîşên Artêşa Tirkiyê di demekê de tên ku di 21ê Cotmehê tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM rêveberiya xweserî li bajarê Girê Spî ragehandibû.
Bajarê Girê Spî Di 16ê, Hezîrana borî de ji aliyê YPG ve ji DAIŞê hetibû rizgarkirin.