Kurdistan24
Nivîskar
“Hewlêr amadeye pirsgirêkan ligel Bexdayê çaresr bike”
bi rêya danûsatandinan çareser bikin.
K24- Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne ku, ew amade ne arîşeyên ligel Bexdayê bi rêya danûsatandinan çareser bikin.
Nêçîrvan Barzanî dema pêşwazîkirina konsulê nû yê Elmanyayê li Hewlêrê duh, 25ê Cotmehê, balkişande ser pirgirêkên di ligel Bexdayê.
Ji Sibata 2014an ve, hikûmeta navendî ya Iraqê wek pêwîst mafên darayî yên Herêma Kurdistanê neşandiye.
Ji bilî neşandina budce û mûçeyê, pirsa mîkanîzma şandina petrolê piresgirêka herî mezin e di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ew amade ne ligel rayedarên Bexdayê bicivin û pirsgirêkên ku hene çareser bikin.
Li gor zanyariyên K24, di rojên bê de şandeyeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê serdana Bexdayê bike û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî bicive.