Akterekî komediyan bû serokê Guatemalayê, piştî bidestxistina ji sedî 69 dengan.
Akterê komediyan, Jimmy Morales (46 sal) karî bi ser hevrika xwe Sandra Torres (60 sal) di hilbijartinên awarte de serkeftinê bidest bixe.
Morales di qonaxa duyem a dengdanê de ji sedî 69ê dengan bidest bixe, Torres jî ji sedî 31ê dengan bidest xistiye.
Ev hilbijartinên awarte piştî wê yekê hatin ku di meha borî de serokê Guatemalayê, Otto Perez Molina, ji ber doseyeke gendeliyê ji wê postê hatibû dûrxistin.
Di yekem daxuyanî de jî Morales got: “Min rewatî ji gel wergirt ji bo ez şerê gendeliya ku em kuştine bikim.”