YE planek nû bo çareserkirina krîza penaberan pesend dike

welatên navborî li ser avakirina 100 navendên pêşwazîkirina penaberan li Yonanistan û welatên rojavayê “Belqan” rêkeftin.

YE planek nû bo çareserkirina krîza penaberan pesend dike
YE planek nû bo çareserkirina krîza penaberan pesend dike

 K24-Navenda Nûçeyan

Komisyona Ewropayê radgehîne ku lige welatên “Belqan” li ser planeke 17 xalî bo hemahingiyê derbarê kirîza penaberde li hevkirine.

Duh, 25ê Cotmehê li welatê Luxembourg  8 welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de û her yek ji Sirbiya, Makedoniya û Albania derbarê kirîza penaberan li Bruxellê civiyan.

Di daxuyaniyekê de Serokê Komisyona Ewropayê, Jean Claude Juncker duh, 25ê Cotmehê ragehand ku 8 welatên YEyê yên ku dikevin ser rêya “Belqan”ê li gel her yek ji Sirbiya, Makedonia û Albaniayê razîbûna xwe li ser planekê ku ji 17ê xalan pêk tê anîne ziman, bo hemahingiyê derbarê kirîza penaber de.

Herwiha welatên navborî li ser avakirina 100 navendên pêşwazîkirina penaberan li Yonanistan û welatên rojavayê “Belqan” rêkeftin.

Ji aliyê xwe ve Şêwermenda Elmaniyayê Angêla Merkel da zanîn ku ew navend wê li gel Komsyona Bilind a Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) ve, bo mebesta bênvedana penaberan werin çêkirin.

Merkel diyarkir ku ew dê “qonaxa destpêkê” be ji baştirîn rêvebirina karûbarên pêlên penaberan re.

Welatên beşdar di civînê de rêkeftin ku ji îro, 26ê Cotmehê plana wan bikeve warê cîbecîkirinê de.

Di nav wan pêngavên planê de jî şandina 400 polîsan bo welatê Slovenyayê ye, tevî tomarkirina navê penaberan û veguhetsina zanyariyan derbarê wan de navbera welatên YEyê de.