Artêşa Azad: Me alîkarî ji Moskoyê red nekiriye

berovajê wê yekê belav bibû.

 Artêşa Azad: Me alîkarî ji Moskoyê red nekiriye
Artêşa Azad: Me alîkarî ji Moskoyê red nekiriye

K24- Navenda Nûçeyan

Arêşa Azad a Sûriyê radigehîne ku, wan alîkarî ji Rûsyayê red nekiriye, piştî ku daxuyaniyekî berovajê wê yekê belav bibû.

Beriya niha Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey, Lavrov gotibû ku, ew amade ne alîkariya Artêşa Azad a Sûriyê bikin “eger cihê wan nas bikin.”

Di vê derbarê, Îsam Reyis, ku yek ji berdevkê Artêşa Azad e ji BBC re diyar kir ku, wan alîkarî ji Moskoyê red nekiriye û wiha berdewam kir “eger Rûsî rast diaxifin, bila armanckirina pêgehên Artêşa Azad û navçeyên divîl ragirin.”

BBCyê beriya niha li ser zarê Reyis ragehandibû ku, Artêşa Azad ti alîkariyekê ji Rûsyayê qebûl nake.

Ji 30ê Îlona borî ve Rûsyayê dest bi operasyonên esamnî li Sûriyê kiriye, opozîsyon û welatên hevpeyman Moskoyê bi armanckirina pêgehên Artêşa Azad û alîkariya rejîmê tohmetbar dikin, lê ew red dike.

Îsam Reyis diyar kir jî ku, pêwîstiya wan niha bi alîkariyê nîne “lê dive Mosko êrîşên li ser pêgehên wan rawestîne û piştire behsa alîkariyê bike.”