HRW: Rûsya yasyên şer li Sûriyê binpê dike

Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) Rûsyayê bi kuştina dehan welatiyên sivîl li Sûriyê tohmetbar dike û daxwaza destpêkirina lêkolînan dike.

HRW: Rûsya yasyên şer li Sûriyê binpê dike
HRW: Rûsya yasyên şer li Sûriyê binpê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) Rûsyayê bi kuştina dehan welatiyên sivîl li Sûriyê tohmetbar dike û daxwaza destpêkirina lêkolînan dike.

HRW di daxuyaniyekê duh, 26 Cotmehê, tekez kir ku 2 êrîşên esmanî yên Rûsî li bakurê Himsê ku di 15 vê mehê de pêk hatibûn, 59 sivîl ku ji nav wan 33 zarok in kuştine.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir jî ku, Rûsyayê bi van êrîşan “yasayên şer” binpê dike.

Daxuyaniyê eşkere kir ku, di êrîşa yekem de, maleke nêzîk serkirdeyên Artêşa Azad li gundê Xento li bakurê bajarê Himsê hatibû armanc kiribû ku 46 sivîl ji nav wan 32 jin û zarok bûn, hatin kuştin. Hemû kuştî jî ku di jêrzemîna malê de xwe veşartibûn.

Êrîşa duyem jî, li nêzîkî nanxaneyekê li gundê Dêr Mi’alayê hatibû encamdan ku di encamê de 13 sivîl di nav wan de zarokek hebû hatibûn kuştin, tevî şervanekî ji Artêşa Azad.

HRWê got jî, delîl hene ku hêza Rûsyayê bombeyên feraxî (Thermobaric weapon) û yên tewş li herêm ku niştecî lê bicih dibin, bomebaran dike.

Ji 30 Îlona borî ve, firokeyên şer yên Rûsî li Sûriyê êrîşên esmanî dikin, Rûsya tekez dike ku êrîşên wê li dijî pêgehgên DAIŞê ne, lê welatên rojava û Amerîka Moskoyê bi armanckirina şervanên opozîsyona lîberal û piştgîriya rêjîma Esed tuhmetbar dikin.