Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî pêşwaziyê li Wezîra Bergirî ya Elmanyayê dike
duh, 26ê Cotmehê, ji Bexdayê gehiştibû Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
K24- Hewlêr
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîra Bergirî ya Elmanyayê îro lihev bicivin.
Wezîra Bergirî ya Elmanyayê, Ursula von der Leyen, duh, 26ê Cotmehê, ji Bexdayê gehiştibû Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Wezîra Bergirya Almaniya ji aliyê berpirsê fermangeha pêwendiyê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Wezîrê Navxwe Kerîm Sincarî ve hate pêşwazîkirin .
Li gor zanyariyên K24 jî, dê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Wezîa Elmanî bike.
Leyen li Bexdayê ligel Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Bergirî behs pêşhatên dawî yên leşkerî kiribû.
Wezîra Elmanî pêr, 25ê Cotmehê, gehiştibû Bexdayê.
Elmanya yek ji welatên ku herî zêde alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kiriye, herwiha Hêzên Pêşmerge li ser axa xwe perwerde kiriye.