Davutoglu:Me du caran li pêgehên YPGê xistiye

berî niha her yek ji Amerîka û Rûsyayê agehdarkirine ku ew dê êrîşî “hêzên PYD” bikin

Davutoglu:Me du caran li  pêgehên YPGê xistiye
Davutoglu:Me du caran li pêgehên YPGê xistiye

 K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiyê radgehîne ku wan du caran li Sûriyê  êrîşî pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  kirine.

YPG pêr, 25ê Cotmehê, ragehandibû ku  Artêşa Tirkiyê du caran  bi çekên ji curê MC3 û A4 êrîşî pêgeheke wan li ser sînorê bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Serokwezîrê Trikiyê Ehmed Davutoglu duh, 26ê Cotmehê ji Televizyona A Heber re tekez kir ku “Firokeyên wan du caran navendên PYDê bombabaran kitrine” û diyakir ku ew çarenvîsa sînorên xwe di destê yek welatî de nahêlin.

YPG; diyarkir bû ew ne cara yekêm bû ku Artêşa Tirkiyê êrîşî wan dike, berî niha û di 27ê Tîrmeha borî de jî Artêşa Tirkiyê li gundê Zor Mexar û Tel Vîndar ên ser bi bajarê Kobanê ve êrîşek encamdabûn.

Davutoglu da zanîn ku welatê wî berî niha her yek ji Amerîka û Rûsyayê agehdarkirine ku ew dê êrîşî “hêzên PYD” bikin eger rojavayê Firtaê derbas bikin.

Ji aliyeke din ve Serowezîrê Tirkiyê diyar kir ku çareserkirina kirîza Sûriyê bêyî welatê wî nabe, ji ber ku Tirkiyê sînorek bi dirêjahiya 911 K.m li gel Sûriyê heye û çarenivîsa vî sînorî nahêlên destê çi dewletê de.

Roja Îna borî, wezîrên derve yên Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê li Viennayê bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re lihev civiya bûn.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, dibe di dawiya vê heftiyê de gereke din a danûstandinên 4 alî bo krîza Sûriyê lidar keve