Siyamend Brim
Reporter
Li Parîsê civînek derbarê Sûriyê de lidar dikeve
Li Parîsê civînek derbarê çareseriya krîza Sûriyê birêve diçe, wezîrên derve yên welatên rojava û Ereb tê de beşdar dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Parîsê civînek derbarê çareseriya krîza Sûriyê birêve diçe, wezîrên derve yên welatên rojava û Ereb tê de beşdar dibin.
Berdevkê Wezarta Derve ya Fransayê Romain Nadal di daxuyaniyekê de ragehand ku îro, 27 Cotmehê, Civîneke nû li Parîsê lidar dikeve bo gotbêjkirina krîza Sûriyê.
Wezîrê derve yê Fransayê luarent Fabius jî di roja lidar ketina civîna Viennayê ,23 vê mehê de, ragehandibû ku wî hevşanên xwe yên Almanî, Brîtanî, Amerîkî û Suidî û hineke din vexwandina Parîsê bo krîza Sûriyê gotûbêj bikin.
Fabuis eşkere kir jî ku wî hevşanê xwe yê Rûsî venexwandiye wê civînê, herwiha Îran jî ne beşdar e.
Roja îna borî 23 vê mehê civîna “Vienna 2” di navbera wezîrên derve yên Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Siudiyê ve bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re lidar ketibû.
Fabuis di çend rojên dawî de bi gelek wezîrên derve re bi taybet jî bi yê Amerîkî, Urdinî û Siudiyê re hevdîtin kiribû, herwiha roja Îna Borî jî pêşwaziya şanderê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura jî li Parîsê kiribû.