UNHCR: 700 hezar penaber bi rêya Deryaya Spî giheştine Ewropayê

ji wan jî "3 hezar û 210" penaber jiyana xwe ji dest dane yan jî windane.

UNHCR: 700 hezar penaber bi rêya Deryaya Spî giheştine Ewropayê
UNHCR: 700 hezar penaber bi rêya Deryaya Spî giheştine Ewropayê

K24-Navenda-Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî radgehîne ku di sala 2015 de bêhtir ji 700 hezar penaberî bi rêya Deryaya Spî gehiştine Ewropayê.

Komsyona Bilind a Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNHCR) îro, 27ê Cotmehê, raporek derbarê hejmara penaberên ku bi rêya deryaya Spî gehştine welatên Ewropayê belavkir.

Di raporê de hatiye ku di sala 2015 de zîdetir ji "700" hezar penberî gehiştina Ewropayê, ji wan jî "3 hezar û 210" penaber jiyana xwe ji dest dane yan jî windane.

Îsal zêdetir ji 705 hezar û 200 penaber Deryaya Spî derbaskirine ji wan penaberan "562" hezar û "355" penaber gehiştina welatê Yonanistanê û 140 hezar giheştine Italyayê.

Li gor amarên UNHCRê, rêjeya penaberên Sûrî li Yonanistanê ji sedî "64e".

Komisyonê da zanîn ku tevî rewşa xirab a seqayê jî çûna penaberan bo Ewropayê berdewame.

Rêxistina taybet bi karûbarên penaberan eşkere kir ku, ji destpêka Cotmehê ve 160 hezar penaber ji Tirkiyê , herwiha "7 hezar û 230" penaber geheştine Îtalyayê jî bermaber 15 hezar paber di heman dema de li sala borî giheştibûn Îtalyayê.

Komisyonê sedemên kêmbûna rêjeya penaberên ku berê xwe didin Îtalyayê li wê yekê vegeran ku penaberên Sûriyê dixwazin bi rêya Tirkiyê û Yonanistanê bigehin Ewropayê.