Kurdistan24
Nivîskar
Li Amedê zarok ji bo parastina ji teqemeniyan tên perwerdekirin
Li Amedê derbarê metirsiya mayîn û teqemeniyan de zarok tên perwerde kirin
K24 - Amed
Li Bakurê Kurdistanê ji ber ku gelek zarok ji ber mayînan canên xwe ji dest didin an jî seqet diminîn. Li bajarê Amedê derbarê metirsiya mayîn û teqemeniyan de zarok tên perwerde kirin.
Ji ber şerê di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de, li gelek dever û navçeyên Bakurê Kurdistanê mayîn hatine danîn, vêca çi ji aliyê dewletê ve yan ji aliyê gerîlayên PKKê ve be, qurbaniyên serekî yên van teqemeniyan jî zarok in.
Rêveberê Hewldana “Tirkiyeyeke Bê Mayin” Muteber Ogreten dibêje ku herî zêde sivîl dibin qurbana mayinan û ji sedî 25ê sivîlan jî zarok in û qala girîngiya vê projeyê dike.
Ogreten dibêje: "Me bi zarokên Kurdên Êzdî dest bi xebata xwe kir. Ji ber cihê ew jê hatin teqemenî yan ji mayîn nebûn. Piştî şer dema vegerin welatê xwe dê rûbirûyê teqemeniyan bibin. Bi vê perwerdeyê em ji zarokan re dibêjin ku dema we tiştekî nediyar an xerîb dît destkarî nekin."
Di çarçoveya Kampanya Navdewletî ya Qedexekirina Mayînan û Hewldana Tirkiyeke Bê Mayîn de û bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, wek destpêk 100 zarokên ku temenê wan di navbera 7 û 12 salî de ye beşdarî vê perwerdeyê dibin.
Seroka Rêveberiya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin jî dibêje ku ji bo vê xebata han 5 herêmên serekî hilbijartine û yek ji van jî Amed e û got: "Mafê hemû kesî yê jiyanê heye ku bikaribe di nav aştiyê de bijî. Me jî bi vê sloganê dest bi xebata xwe kir. Em derheqa mayîn, teqemeniyan de agahiyan didin zarokan."
Herçiqas mijar zêdetir bi Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye, lê wek destpêk zarokên Kurdên Êzdî beşdar bûn ku ji Şingalê koçberî Amedê bûne û niha di kampan de dijîn. Arman jî ew e ku dema vegeriyan Başûrê Kurdistanê derbarê teqemeniyan de xwedan zanyarî bin.