Artêşa Sûriyê çekên ku li dijî DAIŞê bikar tîne eşkere dike

Artêşa Sûriyê li çiyayên nêzîkê Laziqiyê vî çekî bikar tîne

Artêşa Sûriyê çekên ku li dijî DAIŞê bikar tîne eşkere dike
Artêşa Sûriyê çekên ku li dijî DAIŞê bikar tîne eşkere dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê yekem car e dîmenên roketên termobarîk ên ku li dijî binkeyên DAIŞê bikar anîne belav kir.

Li gor Ajansa RIA Novostî ku îro 27 Cotmehê, belav kiriye ku Artêşa Sûriyê li çiyayên nêzîkê Laziqiyê roketên termobarîk ên corê TOS-1A Solntsepyok li dijî çekdarên DAIŞê bikar anîne.

Roketên termobarîk ku Rûsî ne, bi taybetî li cihên wek newal, girên bilind, daristan û şikeftan dijî armancên dijberan tên bikaranîn.

Ew bombeyên ku hêzeke wan a zêde ya şewitandinê heye li gor rewşa çeperan bi awayekî plankirî li hewaya diteqin û bi derxistina agirekî zêde heta bi 3-4 kîlometreyan hemû giyanweran dikuje. Herwiha teqîna bombeyê oksîjena li hewayê jî dimije û bi vê yekê jî kezeba qurbaniyan parçe parçe dike.