Kurdistan24
Nivîskar
Li Konyayê 30 endamên “DAIŞ”ê hatin binçavkirin
30 kes bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê hatin binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Konya yê Tirkiyê, di operasyonekê de 30 kes bi tohmeta endambûna rêxistina DAIŞê hatin binçavkirin.
Îro serê sibehê 27 Cotmehê, tîmên Beşa Şerê Dijî Terorê ya Rêveberiya Asayîşa Konyayê, li qezaya Çumra û navenda bajêr dijî rêxistina DAIŞê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de nêzîka 200 polîsan hevdem bi ser 33 malan de girtin ku berê hatibûn destnîşan kirin û di encamê de 30 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku lêgerîn û pişkinîna di nav malan de berdewam e û heta niha derbarê operasyonê de tu agahiyên din nehatine belavkirin.
Şeva borî jî li Diyarbekirê di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehiya Tirkiyeyê de şer derketibû û di emcam de, 2 polîsan cane xwe ji destan dabû, 6 polîs birîndar bûn, 7 endamên DAIŞê hatin kuştin û 12 jî bi saxî hatibûn girtin.