Kurdistan24
Nivîskar
“Dibe Amerîka hêzên bejayî bişîne Sûriyê”
û helîkopterên şer jî bişîne Iraqê.
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsên Amerîkî radigehînin ku, dibe welatê wan “hêzên taybet” bişîne Sûriyê û helîkopterên şer jî bişîne Iraqê.
Du berpirsên Amerîkî, ku navê wan nehatiye eşkerekirin, ji ajansa Reutersê re gotin ku, ew her du pêşniyar niha li Washingtonê tên gotûbêjkirin.
Heta niha Amerîkayê ti hêzên bejayê neşandine Sûriyê, tenê du caran operasyonên taybet li dijî DAIŞê li parêzgehên Reqa û Dêrezorê kirine.
Li gor her du berpirsan, dê hejmara endamên wê “hêza taybet” kêm be û tenê wê serpereştiya hêzên opozîsyona liberal bikin û hûrgiliyan bidin firokeyên hevpeymaniya navdewletî. Eger ew yek ji aliyê rêveberiya Obama ve hat pesend kirin.
Yek ji pêşniyarên din ên ku niha li Amerîkayê di rojevê de ye, şandina helîkopterên şer bo Iraqê ye ligel hejmarek ji leşkerên Amerîkî bo bikaranîna wan helîkopteran.
Ev yekemîn car e ku pirsa şandina hêzên bejayî yên Amerîkî bo Sûriyê dikeve rojeva Amerîkayê de.