Amerîka êrîşên li dijî DAIŞê zêdetir dike

dê ew êrîşê li dijî “armancên girîng” ên DAIŞê bin

Amerîka êrîşên li dijî DAIŞê zêdetir dike
Amerîka êrîşên li dijî DAIŞê zêdetir dike

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehand ku, ew dê êrîşên li dijî DAIŞê zêdetir bike û “dibe ku tevgerên rasterast jî” li ser erdê bike.

Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Ashtun Karter di gotarekê de li pêş komîteya hêzên çekdar ya Kongressê duh, 27ê Cothemê, got: “Em biniyazin ku operasyona xwe ya esmanî tundtir bikin û firokeyên bêhztir jî bikar bînin (…) ji bo ku êrîşên li dijî rêxistina Dewleta Islamî bêhtir û bihêztir be.”

Karter diyar kir ku, dê ew êrîşê li dijî “armancên girîng” ên DAIŞê bin û amaje da ku zanyariyên îstixbaratî yên zêde ketine dest wan de.

Wezîrê Amerîkî eşkere kir jî ku, ew dê alîkariya hevpeymaninên xwe li esmanan û li erdê bikin û got: “Ne dûr e ku tevgerên rasterast li ser erdê hebin.”

Pêncşema borî, hêzên Amerîkî alîkariya Hêzên Pêşmerge di operasyoneke bejayî de kiribû, ji bo rizgarkirina 69 dîlkiriyan ji dest DAIŞê li Hewêcayê.

Beriya niha jî hêzeke Amerîkî ya teybat li Sûriyê 2 operasyon li dijî DAIŞê encamdabûn.