NY: Derfeta çareserkirina krîza Sûriyê di rojevê de heye

eger her yek ji Rûsya û Amerîkayê karîn nexşerêya karê hevbeş li gel aliyên din darêjin

   NY: Derfeta çareserkirina krîza Sûriyê di rojevê de heye
NY: Derfeta çareserkirina krîza Sûriyê di rojevê de heye

 

K24-Navenda- Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî radigehîne ku, danûstandinên Amerîka û Rûsyayê yên derbarê kirîza Sûriyê de, dibe ku derfeta çareseriyê li wî welatî çêbike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî "NY" Ban Ki-moon duh,27ê Cotmehê ragehand ku eger her yek ji Rûsya û Amerîkayê karîn nexşerêya  karê hevbeş li gel aliyên din darêjin, dê roleke wan a girîng di çareserkirinê de hebe.

Herwiha Ban ki-moon got: “Kilîla bi dawîbûna şerê li Sûriyê ewe ku tu bikarî wan hikûmetên bi çekan piştgiriya aliyên kirîzê dikin bigehînî baweriya karê hevbeş.”

Roja îna borî 23 vê mehê civîna “Vienna 2” di navbera wezîrên derve yên Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Siudiyê ve bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re lidar ketibû.

Moskoyê di wê civînê de planeke çareserî pêşkeş kiribû û daxwaz kir ku Îran û Misr jî di wan hevdîtinan de beşdar bin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehandibû ku, dibe di dawiya vê heftiyê de gereke din a danûstandinên 4 alî bo krîza Sûriyê lidar keve.

Ban Ki-moon da zanîn jî ku take rêya çareseriyê ewe ku hemû welatên endam di Encûmena Asayişa Navdewletî de jib o çareserkirina krîzê bihev re kar bikin.