Siyamend Brim
Reporter
Sûriyê: Ban Ki-Moon di ava alûde de nêçîrê dike
Beşar ei-Caferî rexne li Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon kir û got ku raporên wî “Siyasî ne û gelek çewtî tê de hene”
K24 – Navenda Nûçeyan
Sûriyê rexneyan li Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî dike, raportên wî jî yên ku li endamên Enûmena Asayişê belav dike bi “Siyasî” binav dike.
Nûnerê Sûriyê di NY de Beşar el-Caferî duh, 27 Cotmehê, derbarê cîbicîkirina biryara Encûmena Asayişa Navdewletî de ya hejmar 1239 , ku girêdayî rewşa mirovî li Sûriyê ye, rexne li Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon kir û got ku raporên wî “Siyasî ne û gelek çewtî tê de hene”
El-Caferî di gotara xwe ya li pêş Ençûmena Asayişa Navdewletî de got jî, ku Ban Ki-Moon êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî yên ku sivîl, bingehên aboriya Sûriyê, dibistan û kêlgehên petrolê armanc dikin, piştguh kiriye.
El-Caferî berdewam kir ku, raportên Ban Ki-Moon ne rast in û ji çavkaniyên ne diyar werdigire û di “ ava alûde de nêçîrê bike” bi mebesta bandorekê li keda Rûsî û Sûrî ya hevbeş li dijî DAIŞê û Eniya el-Nusrayê de bike.
Herwiha el-Caferî bi zimanekî tûj rexne li Qeter, Erebistana Siudiyê û Tirkiyê kir û got ku ew piştgîriya DAIŞê û el-Nusrayê dikin, ji aliyê perwerde û aborî û hêsankirina derbasbûna endamên wan her du rêxistinan ji xaka Sûriyê re.
Ev rexneyên el-Caferî tên di demekê de ku di 23 vê mehê civîna “Vienna 2” di navbera wezîrên derve yên Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Siudiyê ve bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re lidar ketibû, herwiha roja 30 Cotmehê civîneke din di vê derbarê de birêve diçe.