Kurdistan24
Nivîskar
Li Tirkiyê gefên rêxistinê radêkal zêde dibin
hin alî dibêjin bi siyasetên xwe yên xelet Tirkiye xwe bi xwe daye ber vê gefê.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyeyê gefa rêxistinên radikal yên Îslamî, di demên dawî de zêde dibe û hin alî dibêjin bi siyasetên xwe yên xelet Tirkiye xwe bi xwe daye ber vê gefê.
Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dijleyê DÎTAMê Mihemed Kaya ji K24 re ragehand ku di serdemên berê de hikûmetên Tirkiyeyê daxilî şerên mezhebî nedibûn. Lê ji ber ko AK-Partî li Sûriyeyê piştgiriya rêxistinên wisa kiriye niha jî bi van gefan re rûbe rû ye.
Hin kes jî dibêjin, jixwe bingeha peydabûyîna rêxistinên wiha hene û bi taybet, şerên mezhebî yên nav îslamê dibin egera zêdebûyîna rêxistinên bi vî rengî.
Kaya dibêjejî “Tirkiye ji bo ko li Sûriyeyê dijayetiya Esad bike, piştgirî da rêxistinên wek El-Kaîde, El-Nûsra, heta DAÎŞê, bi vî awayî jî şerên mezhebî bû çêbû, di nerîna min de di paşerojê de, DAÎŞ dê her biçe bibe gefeke mezintir li Tirkiyeyê.”
Muhîttîn Batmanli ku di serdemên 1990-an de di nav Hîzbilah de cîh girtiye jî diyar kir ko, gencên Kurd yên ku nedixwendin û nezanbûn, beşdarî rêxistinên wiha dibûn.
Batmanli dazanîn ku, kesên bixwînin û lêkolîn bikin bi rêbazên demokratîk rêxistin dibin.
Li Tirkiyeyê, operasyonên berfireh yên li ser DAÎŞê piştî teqîna Enqereyê destpê kirin, herî dawî jî di 26ê cotmehê de, li Amedê di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyeyê û endamên DAÎŞê de pevçûn çêbûbûn û 2 polês 7 jî endamên DAÎŞê jiyana xwe jidest dabûn.