Kompaniyaya MAK: tirsa derbaskirina bendê li ser HDPê nemaye

êdî em dikarin bêjin ku HDP tu caran xwedî bi pirsgirêka benda hilbijartinê a ji sedî 10'an rûbirû namîne."

Kompaniyaya MAK: tirsa derbaskirina bendê li ser HDPê nemaye
Kompaniyaya MAK: tirsa derbaskirina bendê li ser HDPê nemaye

K24- Stenbol

Tirkiye, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê dîsa diçe hilbijartinan, sedema dûbare kirina hilbijartinan ew e ku hikûmet nehate damezrandin.

Derbaskirina bendê ji aliyê HDPê ve di parlamentoyê de pergala heyî hilweşand û herwiha hikûmeta AK-Partiyê ya 13 salan bidawî bibû.

Beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê rêjeya dengên ku HDP dê werbigire bûbû yek ji mijarên analîzên hilbijartinan. Lê belê di van hilbijartinên 1'ê Mijdarê ti pirsgirêka HDP'ê ya bo bendê nîn e.

 Di vê derbasê de Serokê Kompaniyaya MAK a Rapirsiyan, Mehmet Elî Kulat ji K24 re diyar kir ku "Min ji bo 7ê Hezîranê gotibû, HDP bi rêjeyek gelek kêm dê di bin bendê de bimîne, lê bi awayekî balkêş ji sedî 13 deng wergirt. Lê niha li gorî lêkolînên me rêjeya dengên HDP'ê di bin ji sedî 13'an de be jî HDP bendê derbas dike, êdî em dikarin bêjin ku HDP tu caran xwedî bi pirsgirêka benda hilbijartinê a ji sedî 10'an rûbirû namîne."

Gelo di 4 mehan de çi hat guhertin ku HDP gehişt rêjeyek mayinde ya dengan ku him rayagiştî him jî di encamên lêkolînan de HDP ji benda ji sedî 10'an derbas dibe.

Serokê Metropolê, Ozer Sencar wiha berisva wê pirsê ji K24 re da: "Jixwe tu caran pirsgirêka HDP'ê a bendê tune bû. Ew gotinên; gelo wê bikare derbasbike, yan na hemû vala bûn. Di van hilbijartinan de jî HDP bi awayekî hêsan wê bendê derbas bike"

Di 7ê Hezîranê de Kurdên Bakurî ku cara yekem di bin banê partiyekekê de, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), beşdarî hilbijartinan bû, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir, bi vê yeke Kurdên Bakurî di Parlamentoya Enqerê de cara yekem ewqasî xurt hatin temsîlkirin.