Kurdistan24
Nivîskar
Senaryoyên çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de
bi pêşniyaz û sernavên cuda hatiye nîşankirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê, di nav beyanameyên hilbijartinan ên partiyên siyasî de çareserkirina pirsgirêka Kurd bi pêşniyaz û sernavên cuda hatiye nîşankirin.
Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê partiyên siyasî beyannemayên xwe yên hilbijartinê diyar kirin. Gelek kesan meraq dikir ku kîjan partî ji bo Kurdan wê xebatên çawa pêk bînin?
Ji bu çareserkirina pirsgirêka Kurd AK Partî, bi tenê demokratîkbûn û xebatên aborî derdixe pêş, CHP bi awayekê jixwe bawer dibêje pirsgirêka Kurdan wê CHP'ê çareser bike. MHP xebatên çareserkirinê wek terorî dibîne, HDP jî polîtîkaya xweseriya demokratîk pêşniyaz dike.
Rojnamevan Mehmet Alî Îzmîr ji K24ê re hemû siyasetên partiyan yên bo Kurdan nirxandin û got: “AK Partî xwe paş ve avêtiye, CHP cara yekem peyva "pirsgirêka Kurd" bikar anî ev jî gelek balkêş e, çimkî berê, wiha nedigot.
Alî Îzmîr diyar kir jî ku “di beyannemaya 427 rûpelî ya Ak Partî de ji bo Kurdan bi tenê nîv rûpel cih dane û tevdîrên ewlekariyê zêdetir derdikeve pêş, pêşniyazên mayînde tê de nîn e. Beyannameya CHP'ê gelek balkêş e çimkî di vê beyannameya xwe de rasterast bi sernavê "pirsgirêka Kurd" pêşniyazên xwe rêz kirine û cih dane perwerdehiya zimanê zikmakî li gor beyannmeya Ak Partî ya CHP maqûltir e.
Ji aliyê xwe ve jî endamê Partiya Sosyalîst û Karkerên Şoreşvan, Volkan Akyıldırım ji K24 re da zanîn ku “AK Partî, CHP û MHP ji bo neçareseriyê li hev kirine bi tenê rengê wan cuda ne. Her sê partî jî pişta xwe dane polîtikayên dagirkeriyê.
Volkan Akyildirim dibîne jî ku “li hember AK Partî, CHP û MHP bi tenê HDP xwedî li çareserî û aştiyê derdikeve ew ê derkeve jî. Çimkî 3 partî yanê Ak Partî, CHP û MHP ew bixwe pirsgirêk in, çimkî pirsgirêka Kurdan ji bo wan ewqas negirîng e. Pêwîst e qedexeya li ser zimanê Kurdî bê rakirin û soza xweseriya ku di sala 1923'an de hatiye danîn pêk were. Lê weke ku ev geşedanan tuneye tevdigerin.
Li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd, weke pirsgirêka herî mezin tê pejirandin û ji avakirina komara Tirkiyê heta îro hêj bi temamî nehatiye çareserkirin. aktivîst ji Kurdistan24'ê re axivîn.