Pêşangeha Chocolate li Parîsê lidar dikeve

Pêşangeha salane ya Chocolate li Parîsê wek mezintirîn bûyera nemayişkirina cureyên Chocolate di cîhanê de tê naskirin

Pêşangeha Chocolate li Parîsê lidar dikeve
Pêşangeha Chocolate li Parîsê lidar dikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Parîs di cîhanê de bi cil û berkên xwe yên xweşik ku bi Paytexa Lewndiyê hatiye binav kirin. Herwiha bi cureyên Chocolateya xwe jî hatiye naskirin, ku salane pêşangeheke Chocolate lê tê avakirin.

Pêşangeha salane ya Chocolate li Parîsê wek mezintirîn bûyera nemayişkirina cureyên Chocolate di cîhanê de tê naskirin. Ev pêşangeh di xula xwe ya 21emîn de bi nemayişkirina cil û bergan ku ji Chocolate hatine çêkirin dest pê kir.

Di vê pêşangehê de jî gelek şêwekarên cil û bergan digel hostayên şîremeniyê amade bûn, da ku berhemên xwe ji beşdaran re pêşkêş bikin.

Ev pêşangeha salane ya Chocolateyê ku bi navê (Salon du Chocolate) tê naskirin, dê ta mawê 5 rojan berdewam be, ku nêzîkî 700 kesî di vê hilkeftinê de beşdar in.

Ji bo hezkiriyên çêja Chocolatê jî gelek cureyên wê yên cuda ku li her cihekê nayê dîtin, li vê pêşangehê peyda dibin.