Evîn Şikakî
Reporter
Îran û Misir tevlî gotûbêjên Viennayê dibin
derbarê çareserkirina krîza Sûriyê
K24- Navenda Nûçeyan
Îran û Misrê radgehînin ku ew dê beşdariyê di civîna Vienna2, derbarê çareserkirina krîza Sûriyê de, bikin.
Di civîna Vienna1 de, Rûsyayê daxwaz kiribû ku her yek ji Îran û Misrê jî tevlî civîna ligel Erebistana Sidûiyê, Amerîka û Tirkiyê bibin.
Berdevka Wezareta Derve ya Îranê Merziya Efxemî di daxuyaniyekê de ji ajansa ÎSNA ragehandibû ku, wezîrê derve yê wî welatî Mihmed Zerîf Cewad li gel her du cîgirên xwe Hisên Emîr Ebdulehyan, Ebas Iraqcî û Mecîd Text Rewancî dê beşdariyê di civîna Vienna2 de bikin.
Efxemî da zanîn ku duh, 27ê Cotmehê û Îro jî 28ê Wezîrê Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zerîv li gel Sergey Lavrov derbarî kirîza Sûriyê civiyane.
Ji aliyeke din ve ajansa Şerq el-Ewst a Misrî îro, 28ê Cotmehê, ragehand ku Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî dê beşdariyê di civîna Vienna2, a ku roja Îna bê 30 Cotmehê birêve diçe, de dibe.
Herwiha Berdevkê Wezareta Derve a Misrê Ehmed Ebo Zîd îro, 28ê Cotmehê, ragehand ku Wezîrê Derve yê wî welatî dê sibe pênşemê berê xwe bide Viennayê.
Ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kirbû ku, dibe Îran jî bo Vienna2, ku roja Îna bê 30 Cotmehê birêve diçe, bibe.
Wezareta Derve ya Rûsyayê jî tekez kirbû ku, Îranê vexwendineke fermî ji Amerîka wergirtiye, bo beşdarîkirina di civînên navdewletî derbarê Sûriyê de.
Îran li wê yekê mikur tê ku wê şêwirmendên leşkerî û alîkarî ji rejîma Sûriyê re şandine, di şerê li dijî opozîsyonên de.
Herwiha serpereştiya çendîn mîlîşiyayê Şîe li Sûriyê dike û heta niha çendîn serkirdeyên Pasdarên Îranê di şerê li Sûriyê de hatine kuştin.