Siyamend Brim
Reporter
Kerry: Baştirîn care ji Sûriyê re, têkbirina DAIŞê û nemana Esed e
Niha derfeteke baş ji Amerîka hatiye bo ji “Dojeha” şerê navxwe yê li Sûriyê re çareyekê dîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje ku ew hemû hewdlanên xwe dikin bo çareyekê ji “Dojeha” şerê navxwe yê Sûriyê re bibînin, herwiha piştgîriyê dide çekdarên opozîsyona liberal a Sûriyê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh, 28 Cotmehê, di gotarekê de li peymangeha Carnegie ya Aştiya Navdewletî ragehand ku, ew rola Amerîkayê di Rojhilata Navîn de berferh dikin, ji ber nakokiyên li Sûriyê, Iraq, Îsraîl û Filestînê berjewendiyên Amerîkayê dikin metirsiyê.
Kerry got jî ku ji 4 salan ve, niha derfeteke baş ji Amerîka hatiye bo ji “Dojeha” şerê navxwe yê li Sûriyê re çareyekê dîne.
Kerry amaje bi piştgiriya Amerîka ji opozîsyana lîbral re kir û got ku divê opozîsyona li bakurê Sûriyê kontrola xakê bike, di vê derbarê de jî wan alîkariyên leşkerî ji wan re şandine, bo guvaşê li Reqayê (Navenda sereke ya DAIŞê) bike.
Berdevkê Wezareta Bergîrî ya Amerîkayê Peter Cook roja 15ê vê mehê ragehandibû ku, wan roja 11-12 vê mehê, bi rêya firokeyên taybet barek çek û teqmenî ji şervanên Kurd û Ereb li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re avêtibûn.
Kerry got jî ku, tiştê her kêrhatî li Sûriyê ew e, têkbirina DAIŞê ye û veguhasrinek siyasî bê ku Esed di desthilatê de bimîne, ye.