Evîn Şikakî
Reporter
Kantona Cizîrê: Em dê li himber êrîşên Tirkiyê rawestin
û dibêje ew dê li himber êrîşên Tirkiyê rawestin.
K24-Qamişlo
Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Cizîrê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê şermezar dike û dibêje ew dê li himber êrîşên Tirkiyê rawestin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh, 28ê Cotmehê ragehandibû ku, eger bê xwestin ew dê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bixin, ji bo ku “xweseriyê” li Girê Spî ranegehînin.
Serokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso duh, 28ê Cotmehê, daxuyaniyên Erdogan şermezarkirin û dazanîn ku ew dê li himber êrîşên Tirkiyê rawestin û bergirya xwe bikin.
Hiso diyar kir jî ku Tirkiyê şerê biratiya gelan dike û li himberî xwestekên gelê Sûriyê di avakirina Sûriyeka Fedral û Demokratîk de radweste.
Beriya çend rojan jî Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu diyar kiribû ku, artêşa wan du êrîş li dijî pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk anîne
Serokomarê Tirkiyê ew êrîşên welatê xwe li ser pêgehên YPGê “hişdarî” binav kirbû û da zanîn ku Tirkiyê destûrê ji kesî naxwaze û titşê pêwîst ew dê bikin.
Ji aliyeke din ve Hiso eşkerekir ku ew weke rêveberiya xweser “parçekirina Sûriyê” naxwazin û ji bu “dîmokratiya gelan” kardikin