Li Şirnexê Tevgera Leşkerî zêde dibe

konvoyeke leşkerî ku ji 30 otombîlên leşkerî pêk dihat ligel otombîlên şîfretêkder, ji aliyê Cizîrê ve gehişte Şirnexê

Li Şirnexê Tevgera Leşkerî zêde dibe
Li Şirnexê Tevgera Leşkerî zêde dibe

K24 - Şinex

 

Artêşa Tirkiyê bi hinceta ewlekariyê û operasyonên dijî PKKê hejmareke zêde ya tank û otomobîlên leşkerî veguhestin bajarê Şirnexê.

 

Artêşa Tirkiyê Duh 29 Cotmehê  konvoyeke leşkerî ku ji 30 otombîlên leşkerî pêk dihat ligel otombîlên şîfretêkder, ji aliyê Cizîrê ve gehişte Şirnexê û derbasî 23emîn Fermanderiya Sînor a Cendermeyan bû.

 

Artêşa Tirkiyê di van demên dawiyê  de hêza xwe ya leşkerî li Bakurê Kurdistanê zêde dike. Tê pêşbînî kirin ku piştre dê ew tank û otombîl li binkeyên leşkerî yên navçeyê bên belav kirin.

 

berî çend rojan jî hêzeke din a leşkerî bo heman bajarî hatibû veguhestin ku ji 50 otombîlan pêk dihat.